TR KU SO
FB X
Cîhan

Droneke Tirkiyê erebeya YBSê kir armanc

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 14 mijdar 2023 20:35

PeyamaKurd – Şeva borî droneke Tirkiyeyê erebeyeke çekdarên YBŞyê dike armanc û du kesan dikuje.

Li gor zanyarên Dijeterora Kurdistanê, şeva borî droneke artêşa Tirkiyeyê erebeyeke çekdarên YBŞyê li nahyeya Sinûnê ya qezaya Şingalê kir armanc û berpirsekî ewlehiyê û çekdarekê YBŞê hatin kuştin.

Herwiha li gor zanyariyên hatibûn ragihandin doh roja Duşemê, di 13ê Mijdara 2023an de, balafirên şerî yên Tirkiyeyê li Duriyana Ziraeyê ya Nahyeya Sinûnê li sinorê qezaya Şingalê baregeheke çekdarên PKKê jî kiriye armanc.

Li gor zanyarên heremî, kuştî û birîndar di nav rêzên çekdarên PKKê yên di wî baregehî de hene.

 

Parve bike: