Cîhan
DYA hêzên leşkerî yên bi hêz dişîne Rojhilata Navîn
PeyamaKurd - DYA biryar da ku keştiya balafiran a USS Gerald R. Ford û keştîyên pê re ji Karayîbê bişîne Rojhilata Navîn.
Li gorî raporan, rêveberiya DYAyê di çarçoveya planên xwe yên ji bo êrîşeke muhtemel a li ser Îranê de gaveke nû avêtiye. Çar berpirsên hikûmetê diyar kirin ku biryara şandina keştiya balafiran a "USS Gerald R. Ford" û keştîyên pê re ji Karayîbê ber bi Rojhilata Navîn ve hatiye dayîn. Berpirsên ku navê wan nehatiye eşkerekirin destnîşan kirin ku keştiya balafiran û koma wê heta dawiya Nîsanê an destpêka Gulanê venagerin bendera xwe ya malê.
Koma keştiya balafiran wê tevlî "USS Abraham Lincoln", keştiyeke din a balafiran a ku jixwe li Rojhilata Navîn e û koma êrîşê ya pê re bibe.