TR KU SO
FB X
Cîhan

Ebadî postê serokwezîriyê radestî Ebdulmehdî kir

📅 25 cotmeh 2018 23:43

PeyamaKurd -  Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî bi merasimekê postê serokwezîriyê radestî Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî  kir.

Heyder Ebadî ragihand, ku hikûmeta berê peywendiyeke nû bo derveyî Iraqê dariştiye û daxwaz kir, ku alîkariya serokwezîrê nû were kirin û tekez kir ku ew jî dê alîkar û piştevan bin.

Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî daxwaza alîkariyê ji Heyder Ebadî û ji wezîrên berê kir ji bo avakirin û çareserkirina qeyranên hejarî, fêrbûn, elektrîk, av û xizmetguzariyan. Ebdulmehdî herwiha ragihand: “Em ji bo cîbicîkirina bernameya hikûmetê dixebitin, li gor wê dema ku hatiye danîn. Iraqê jî nimûneya herî baş a veguhestina aştiyane ya desthilatê pêşkêş kir.”

Adil Ebdulmehdî pesnê hewldanên hikûmeta Ebadî da li ser "derbaskirina qeyranên metirsîdar" û tekez kir, ku bi mebesta diyarkirina erk û armancên sereke yên karên hikûmetê, îro hikûmeta wî yekem civîna xwe pêk tîne.

Parlementoya Iraqê şeva çarşemê 24-10-2018an civiya ji bo dengdana kabîneya Adil Ebdulmehdî û piştî gotûbêjeke dirêj li ser wezîran û guhertina çend wezîran, 14 wezîr ji bo kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatin diyarkirin.

Piştî diyarkirina 14 wezîran, Adil Ebdulmehdî weke Serokwezîrê Iraqê sond xwar û bû serokwezîrê çar salên pêşerojê yê Iraqê û piştre civîna parlementoyê heta 06-11-2018an hat paşxistin.

Parve bike: