Edîrne | 322 koçberên dixwestin derbasî Ewropayê bibin hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li Edirneyê ya Tirkiyeyê, 322 koçberên dixwestin derbasî Ewropayê bibin, hatin desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê yên Edirneyê diyar kirine, di çarçoveya xebatên rêgirîkirina qaçaxçîtiya koçberan de li navenda bajêr û navçeyan bi beşdariya tîmên taybet operasyon hatiye kirin.
Hat ragihandin, di operasyonê de di du otomobîlan de 12 koçberên Sûriyeyî û şofêrê her du otomobîlan bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin.
Herwiha hat eşkerekirin, li şofêrê otomobîlan 4 hezar û 500 lîre ceza hat birîn.
Hat destnîşankirin, di operasyonê de li navenda bajêr û navçeyan jî 310 koçberên ji welatên cuda hatin desteserkirin.
Koçberên ku dixwest derbasî Ewropayê bibin, piştî karên fermî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Edirneyê hatin kirin.