Cîhan
Ehmed Sera ji bo konferansa Sûriyê ya Brukselê hate vexwendin
PeyamaKurd – Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ragihand ku serokê qonaxa veguhêz ê Sûriyê, Ehmed Şera ji bo konferansa alîkarî û bexşan bo Sûriyê ya li Brukselê tê lidarxistin, hatiye vexwendin.
Komîsyona Ewropayê 17ê Adarê konferanseke navnetewî bo alîkarî û bexşên bo avadankirina Sûriyê li dar dixe.
Komîsyona YEyê ragihand ku Ehmed Şera jî ji bo beşdariya wê konferansa ku li Brukselê birêve diçe hatiye vexwendin.