TR KU SO
FB X
Cîhan

Elawî: Bila hilbijartinên Iraqê bo sala 2022yan werin bipasxistin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 12 sibat 2021 21:57

PeyamaKurd – Serokê Îtîlafa Niştimaniya Iraqê Eyad Elawî xwest ku hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê werin bipaşxistin.

Serokê Îtîlafa Niştimaniya Iraqê Eyad Elawî di hevpeyvîneke kanala Sumeriya News de got, ji bo hilbijartinên parlamentoyê rewşeke xwezayî û asayî pêwîste û niha rewşa Iraqê ne asayî ye.

Elawî daxwaz ji endamên Îtîlafa Niştimanî kir, hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê yên Cotmeha 2021ê werin bipaşxistin û got: “Ji ber hilbijartin xercên wê pir zêde ne û hewayeke aram jê re pêwîste û ya baş ew e 2022yê bên kirin.”

Parve bike: