TR KU SO
FB X
Cîhan

Ellawî: “Armanca êrisê aramiya Kurdistanê bû”

📅 25 tîrmeh 2018 03:52

PeyamaKurd - Cîgirê Serokkomarê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Wataniyye Eyad Ellawî bi peyamekê hêzên ewlekariya Kurdistanê pîroz kir.

Eyad Ellawî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û hêzên ewlekariya Kurdistanê ji ber operasyona duh a serkeftî ya li dijî terorîstan pîroz kir. Ellawî got: “Ez ji ber bersiva herî tund ya Hêzên Ewlekariya Kurdistanê ya li dijî terorîstan pîroz dikim.”

Eyad Ellawî herwiha ji ber têkoşîna li dijî terorê spasiyên xwe pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirin û got, “Êrişa li dijî parêzgariya Hewlêrê li gir rêbazên terorîstî hatiye tertîpkirin û armanca wê êrişê hizûr û aramiya Kurdistanê bû.”

Li dijî Parêzgeriya Hewlêrê duh êrişeke terorîstî pêk hatibû û di encamê de karmendek hatibû şehîdkirin polîsek û 3 endamên asayîşê jî hatibûn birîdnarkirin. Di encama operasyoneke serkeftî de her sê êrişkar ji aliyê asayîşa Kurdistanê ve hatibûn kuştin.

Parve bike: