"Em piştgiriya xwe ji bo Malikî ji nû ve dinirxînin"
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî (Hevpeymaniya Nûavakirin û Geşepêdanê) diyar kir ku ew piştgiriya xwe ji bo Malikî wekî serokwezîrê Iraqê ji nû ve dinirxînin û destnîşan kir ku namzediya Malikî rastî dijberiyên navneteweyî û herêmî hatiye.
Baha el-Areci, serokê koma Hevpeymaniya "Nûavakirin û Geşepêdanê" li Parlamentoya Iraqê, roja Yekşemê 22ê Sibata 2026an, bi rêya hesabê xwe yê şexsî li ser platforma medyaya civakî X, ragihand ku ew piştgiriya xwe ji bo Nûrî Malikî ji bo serokwezîrtiyê ji nû ve dinirxînin.
Areci destnîşan kir ku armanca wan a piştgiriya Malikî bidawîanîna bêçalakiya siyasî bû, lê diyar kir ku ji ber bertekên neyînî yên li hember namzediya Nûrî Malikî hem li hundir û hem jî li navneteweyî, neçar man ku vebijarkên xwe ji nû ve binirxînin.
Baha Araci, bi destnîşankirina ku namzediya Malikî rastî dijberiyên partiyên sereke yên di çarçoveya Hevrêziyê de, welatên herêmî û civaka navneteweyî hat, diyar kir ku vê rewşê wan neçar kir ku rêbazên xwe ji nû ve binirxînin da ku bi bêalîbûn û bêyî qezenca kesane bigihîjin armancên xwe.
Vegera Nûrî Malikî bo ser desthilatê hem li asta navneteweyî û hem jî li asta herêmî rastî redkirinê hat.
DYA vegera Malikî bi fikar dibîne û rêveberiya wî (2006-2014) wekî serdemeke zêdebûna nakokiyên mezhebî, zêdebûna gendeliyê û qelsbûna leşkerî dibîne ku rê li ber derketina DAIŞê vekir.