TR KU SO
FB X
Cîhan

Encama lehî û erdhezê: 67 kes mirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 17 sibat 2022 05:01

PeyamaKurd – Li Brezîlya li eyaleta Rio de Janeiro li bajarê Petropolîsê bi sedema barana zêde lehî rabû û erdhez çêbû. Ji ber erdhez û lehiyê 67 kes mirin.

Di bobelatê de 54 xanî bi temamî xerabûn, 370 kesên ku bê xanî man, wan li hinek ciyan bicîh kirin. Li deverê 400 xebatkarên îtfaiyê xizmetê dikin da xelkê wenda bibînin û yên di bin enqazan de rizgar bikin. Di lehîyê de çend kes wendane niha nayê zanîn. Heya niha 21 kes bi saxî hatine rizgarkirin.

Rêvebiriya cîh ya Petropolîsê li bajêr ji bo 3 roja şîn ragihand. Ji bo ji bobelatzadeyan re xizmetên baştir bên kirin, xebatkarên tenduristiyê hatine zêdekirin.

Parve bike: