TR KU SO
FB X
Cîhan

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

Leyla Denli
Nivîskar
📅 09 adar 2022 16:29

PeyamaKurd Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro ji bo gotûbêjkirina çend dosyayên girîng, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, civîna xwe ya heftane li dar dixe.

Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan diyar kir, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 9ê Adara 2022an bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive û van babetên li jêr gotûbêj dike:

- Pêşkêşkirina kurteyekê derbarê civîna hevbeş a her çar serokatiyên Herêma Kurdistanê ya roja 28ê Sibatê ya li ser biryara Dadgeha Federal a taybet bi sektora gaz û petrola Herêma Kurdistanê.

- Pêşkêşkirina kurteyekê derbarê civîna Encûmena Aboriyê ya hejmar (5) ya roja 5ê Adara 20221an a taybet bi pesendkirina raporta kîmata pêdaçûna bacê.

- Pêşkêşkirina raporta Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya li ser bandora şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de li ser hawerdekirina madeyên xwarek û genim.

- Babeta destê karê biyanî li Herêma Kurdistanê û derfeta cihgirtina destê karê xwemalî li şûna wê.

Parve bike: