TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan derbarê kuştina 3 polîsan a li Yalovayê daxuyanî da

İlyas batu
Edîtor
📅 29 berfanbar 2025 18:08

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, têkildarî operasyona li dijî DAIŞê ya li bajarê Yalovayê daxuyaniyek belav kir. Hatibû ragihandin ku di operasyonê de 3 polîsên Tirk hatibûn kuştin û 9 xebatkarên ewlehiyê jî birîndar bûbûn.

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan di peyama xwe de sersaxî da polîsên ku di pevçûnê hatine kuştin. Erdogan di daxuyaniya xwe de polîsên hatine kuştin wekî "qehreman" û "şehîd" bi nav kir û diyar kir ku ew ê li dijî DAIŞê û rêxistinên din polîtîkayên xwe yên tund bidomînin.

Erdogan destnîşan kir ku dewleta tirk dê li dijî komên ku ewlehiyê dixin metirsiyê, operasyonên xwe yên leşkerî û polîsî berfirehtir bike. Li gorî daxuyaniya wî, ev operasyon ne tenê di nav sînorên Tirkiyeyê de, lê dê li derveyî sînoran jî bi awayekî "bê tawîz" bimeşin.

Parve bike: