Cîhan
Erdogan: “Di serê aboriyê de, em bi bin nakevin!”
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser tevgerên aboriyê û bilindbûna dolarî axivî û got ku di şerê aboriyê de em ê bi ser bikevin.
Recep Tayyip Erdogan li ser geşedanên aboriyê daxuyaniyeke kurt da û got ku em ê di vî şerî de bi ser kevin.
Wezîrê Maliyê û Xezîneyê yê Tirkiyê Berat Albayrak jî wê îro modela aboriyê ya nû eşkere bike. Ji bo eşkerekirina vê modelê berî niha civîn hatibû taloqkirin. Ji ber vê yekê, hatibû îddakirin ku ji ber ku dolar pir zêde bilind bû, civîn jî hate taloqkirin.
Duh dolar li hember TL.yê Tirkiyê, demekê nêzîkî 5.25an bû û îro heta bi 6.30î derket. Ev jî rekora herî mezin ya di dîrokê de ye.