Erdogan: Em bi rastî jî girîngiyê didin serdana Herzog
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro Sêşemê dema ji Komara Kongoyê derbasî welatekî din ê Afrîkayê Senegalê dibû, di balafirê de bersiv da pirsên rojnamevanan.
Erdogan li ser pirsa serdana Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog a bo Tirkiyê di meha Adarê de got, "Em bi rastî jî girîngiyê didin serdana Herzog. Bi vê serdanê re dibe pêwendiyên Tirkiye-Îsraîlê hîn zêdetir bipeş bikevin.”
Herwiha Erdogan diyar kir ku ew hêvî dikin di mijarên aborî û gaza siruştî de jî ligel Îsraîlê gavan bavêjin û bi wan pêwendiyên herdu welatan li herêmê aştiyê pêk bînin.
Erdogan li ser pirseke derbarê naskirina Donetsk û Luhansê ji aliyê Rûsyayê ve jî da zanîn ku wezareta wan a derve bi daxuyaniyekê ev biryara Rusyayê wek binpêkirina yekitiya siyasî, serwerî û axa Ukraynayê binav kiriye û got: “Em vê biryara Rûsyayê wek nayê qebûlkirin, dinirxînin. Em banga xwe ya pabendbûna bi hiqûqa navdewletî ji bo her du aliyan dubare dikin.”