Cîhan
Erdogan û Kalin sersaxiyê dan serokê Hamasê Îsmaîl Heniyye
PeyamaKurd – Di sedema di êrîşa Îsraîlê ya hewayî de ku êrîşê biribû ser kampa penahindan û li ereba 3 kur û 3 neviyên serokê Hamasê, Îsmaîl Heniyye xistibûn û di êrîşê de wan kuştibû, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokê MİTa Tirkiyê Tirkiyê İbrahim Kalın ji hev cuda sersaxiyê dan Heniyye.
Erdoğan û Kalın di rêya telefonê de li Heniyye geriyan, ji bo 3 kur û 3 neviyên wî jê re sersaxiyê xwestin.
Erdoğan di axaftina ya bi Heniyye re ragihand ku ew kesên sûcên mirovahiyê dikin, wê li ber hûqûqê hesab bidin.