TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan û Merkel li ser Libya, Rojava û Sûriyê axivîn

Hevi Turan
Nivîskar
📅 06 rêbendan 2020 21:38

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Hat ragihandin ku di pêwendiya telefonî de, mijarê herêmî û bi taybet li ser Libya, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatiye rawestîn.

Herwiha hat diyarikirin, têkiliyên dualî jî beşeke din a wê pêwendiyê bû.

Parve bike: