Cîhan
Erdogan û Trump bi telefonê axivîn
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump di peywendiyeke telefonî de li ser Sûriyê û Lîbyayê axivîn.
Serokomarê Dewleta Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump peywendiyeke telefonê encam dan.
Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, di wê peywendiya telefonî de mijarên Sûriyê û Lîbyayê hatin guftûgokirin.
Erdogan û Trump herî dawî 16ê Çile hevdîtinek kiribûn û di wê hevdîtinê de jî Lîbya hatibû gotbujêkirin.
Rêveberiya Amerîkayê li dijî biryara Tirkiyê derketibû ku dixwaze ji bo piştgiriya Hikûmeta Peymana Netewî (UMH) leşkeran bişîne Lîbyayê.