Cîhan
Erebistan Qatarê bo zîrwe ya Kendavê dawet kir
PeyamaKurd- Qralê Erebistana Si’ûdiyê Selman Bîn Ebdulezîz, Emîrê Qatarê Temîm Bîn Hamad Es-Sanî bo tevlîbûna Zîrwe ya Ereb ya Kendavê, bi awayeka fermî dawet kir. Zîrwe wê di 9 ê mehê de çêbibe. Nayê zanîn bê Doha ya Qatarê çi bersiv daye Selman û zîrwe li Erebistana Si’ûdiyê li Riyadê ye.
Sala borî ev zîrwe li Kuweytê hatibû çêkirin û di asta serokwezîr û wezîran de bû. Îsal wê di çi astê de tevlîbûna zîrweyê çêbibe nayê zanîn. Erebistan û hevkarên Erebistanê, Qatarê bi desteka terorê tewanbar kiribûn lê Qatar vê yekê red kiribû.
Herî dawiyê Qatar ragihandibû ku wê ji OPEC ê derê û nema tê de dimîne. Sedem jî xebata xwe ya li ser xazê nîşan dabû.