Cîhan
Êrîsa bombeyî kirin: 6 mirî û 42 birîndar
PeyamaKurd- Li bakûrê Tikrîtê ya bi ser bajarê Selahaddîn, li navçeya Heccacê êrîşekî bombeyî birin ser xwaringehekî û di encama êrîşê de 6 kes hatin kuştin û 42 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê wezareta tenduristiyê yê Iraqê Seyf el-Bedir bi awayeka nivîskî bûyerê ragihand. Niviştoka kerkûk-Selahaddîn- Diyala gelek caran dibe hedefa êrîşên weka vê êrîşê.
Bûyer ji aliyê kîjan rêxistin an şexsan de hatiye kirin ne aşkeraye.