TR KU SO
FB X
Cîhan

Êrîsên balafirên bêmirov ên li ser Rûsyayê!

Leyla Denli
Nivîskar
📅 30 tebax 2023 13:45

PeyamaKurd – Li Balafirgeha Pskov a Rûsyayê di êrîşa wesayîta hewayî ya bêmirov (ÎHA) de 4 balefirên veguhestinê hatin derbkirin.

Rûsya careke din bû hedefa balafirên bêmirov. Balafirgeh li bajarê Pskov ê li bakurê rojavayê welêt hat hedefgirtin. Di êrîşê de 4 balafirên keşfê hatin derbkirin.

Hat diyarkirin, balafirên bêmirov bi wesayîtên parastina hewayî hatine xistin.

Piştî êrîşa li ser Balafirgeha Pskov, qada hewayî ya li Balafirgeha Vnukovo ya Moskowayê û derdora wê hat girtin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî diyar kir ku li Behra Reş 4 botên leşkerî yên Ukraynayê ku ji 50 kesan pêk tê, hatine rûxandin.

Parve bike: