Cîhan
Êrîsî ser avahiya navçeya Partiya DEMê hate kirin
PeyamaKurd – Avahiya navçeya Înegolê ya Bûrsayê ya DEM Partiyê bi şev rastî êrîşa kesekî nediyar hatiye.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê (MA) ragihandiye, li dijî Rêxistina Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) a Navçeya Înegolê ya Bûrsayê bi şev êrîşek pêk hat. Di êrîşê de ku ji aliyê kesekî nediyar ve hat kirin, êrîşkar kameraya xwe danî û camên avahiya navçeyê bi keviran şikandin. Êrîşkar ji aliyê endamên Partiya DEMê ve yên ku wê demê li nêzî avahiya navçeyê bûn, radestî polîsan hat kirin.