Cîhan
Fahrettin Koca rewsa dawiyê ya Kovid-19 ê ragihand
PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca piştî civîna heyeta zanistê ya koronavîrusê ya Tirkiyê rewşa dawî ya Tirkiyê ragihand. Babetên ku Koca li ser wan rawestiya û ragihand ev in:
- Her diçe em li hemberê koronavîrusê baştir bi pêşdikevin. Rêjeyên di destê me de nîşan didin ku vîrus di bin kontrolê de ye.
- Eger em tedbîrên xwe dewam bikin, jimara miriyan kêm dibin.
- Li Tirkiyê di nav 24 sietan de 117 kes mirine. 16.477 kes baş bûne.
- Dema em qiyasa xwe û Awrûpayê dikin, halê me gelek baş e. Ji 3 livînan tenê yek ji wan tije ye. Li Awrûpayê temam livînan tije ne.
- Di nexweşînê de jimara kesên ku zaturre dibin kêm dibin.