Cîhan
Fîdan bi Bass re li ser serdana Erdogan a Amerîkayê axivî
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Enqerê bi Misteşarê Karûbarên Îdarî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Bass re hevdîtin kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan, di pêşwazîkirinê de amadekariyên serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Amerîkayê hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên li herêmê, rewşa Xezzeyê, pêşhatên Sûriyê, rewşa dawî ya Ukraynayê û mijarên ewlehiyê yên Behra Reş hatin gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin ku Fîdan û Bassê ku li ser mijarên enerjiyê jî axivîn, mijarên "PKK, DAIŞ û FETO"yê jî nirxandin.
Tê payîn ku Erdogan di meha Gulanê de serdana DYAyê bike.