Cîhan
Firoka Amerîkayê kete ser kestiya balafiran!
PeyamaKurd- Firokeke Amerîkayê, li ser keştiya balafiran ya Amerîkayê ya bi navê Ronald Reagan ket.
Di derbarê bûyerê de Artêşa Amerîkayê daxuyaniyek da û wiha got: “Keştiya balafiran ya Amerîkayê ya bi navê USS Ronald Reagan, li ser Behra Filipînê dimeşî. Firokeke tîpê MH-60 Seahawkê li ser keştiya rabû, lê belê hê firok pir bilind nebûyî li ser keştiyê ket. Di qezayê tu kesî zerar nedîtiye.