TR KU SO
FB X
Cîhan

Fuad Hisên û Îbrahîm Kalin civiyan: Peymana HSD û Şamê hate axaftin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 15 sibat 2026 13:03

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Iraqê û Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyeyê (MIT) Îbrahîm Kalin, di çarçoveya gera 62ê ya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de civiyan.

Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku, her du aliyan mekanîzma pêşxistina hevkariyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de û herwiha pêşketinên dawî yên Rojhilata Navîn nîqaş kirine.

Di wê hevdîtinê de, her du aliyan behsa rêyên xurtkirina têkilî û hevkariyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de kiriye, pêşketinên dawî yên Rojhilata Navîn nîqaş kirine û kêfxweşiya xwe ji bo peymana di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de anîne ziman.

Hisên û Kalin, pabendbûna HSD û Hikûmeta Şamê bi wê peymanê û bicihanîna xal û şertên wê peymanê jî wekî peydakirina aramiya Sûriyeyê û deverê nirxandin.

Parve bike: