TR KU SO
FB X
Cîhan

Fuad Husên: Niyeta Îsraîlê heye êrîsî milîsên Iraqê bike!

Hevi Turan
Nivîskar
📅 18 adar 2025 20:34

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên got ku li gorî peyamên ji wan re hatine, niyeta Îsraîlê heye êrîşî milîsên şîe yên Iraqê bike.

Fuad Husên ji televizyona fermî ya dewleta Iraqê re li ser mijarên rojevê axivî û li ser îhtîmala êrişên Îsraîlê li dijî hêzên mîlîsên Şîeyên li Iraqê got, "Me peyam wergirtine ku dezgeha Îsraîl bi niyet e zincîreyeke êrişan li Iraqê bide destpêkirin."

Husên da zanîn ku ew ji bandora êrîşeke muhtemel a Amerîkayê ya li Îranê jî bi fikar in.

Li ser têkiliyên bi Sûriyeyê re jî Husên got, "Di siyaseta Iraqê de lihevkirinek nû heye ku têkilî pirsgirêka Sûriyeyê nebin."

Parve bike: