Cîhan
Gantz: Ji bo ku têkiliyên bi terorîzmê re qut bike divê zextê li Tirkiye bikin
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Benny Gantz bang li civaka navdewletî kir ku Tirkiye aramiya herêmê têk dibe û ji bo têkiliyên xwe yên bi terorîzmê re qut bike zextê li ser Tirkiyê bikin.
Benny Gantz li ser mijara peymanên aştiyê yên bi Behreyn û Îmaratê re axivî û Tirkiye û Îran bi têkbirina aramiya li herêmê tawanbar kir.
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê hebûna Tirkiyê ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, Lîbya û Rojhilatê Derya Spî û têkiliya wê bi Hamasê re rexne kir û wiha got:
“Ev hemû aramiyê xira dikin. Ji ber vê yekê ji bo ku Tirkiye têkiliyên xwe yên bi terorîzmê re qut bike divê em bikevin nava hewldanan û di qada navnetewî de zextê lê bikin.”