TR KU SO
FB X
Cîhan

Graham: Biryara Trump rast be felaket e û terikandina Kurdan rûresiyek e

Hevi Turan
Nivîskar
📅 07 cotmeh 2019 19:37

PeyamaKurd – Senatorê Komarî yê Amerîkayê yê bi bandor Lindsey Graham piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li pey pêwendiya telefonî ya ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daxuyanî dan û biryara Trump a derbarê Rojavayê Kurdistanê de wekî felaket nirxand.

Graham li ser hesabê xwe yê twitterê got, “Ez hemû hurgiliyên biryara Trump a bo bakurê Suriyê (Rojavayê Kurdistanê) nizane. Ezê hewil bidim bi Wezîrê Derve Pompeo re pêwendiyeke telefonî bikim. Heke nûçeyên medyayê rast bin, ev felaketek e.”

— Lindsey Graham (@LindseyGrahamSC) October 7, 2019

Graham ji bo wê biryara vekişînê û rêdana ketina Tirkiyê bo Rojavayê Kurdistanê jî çend xalên metirsîdar rêz kirin:

* Wê bibe sedema vegera DAIŞê

* Wê bihêle Kurd neçar bimînin bikevin xeta Esed û Îranê

* Ev biryar têkiliya Tirkiyê ya bi Kongresa Amerîkayê re tune dike

* Terikandina Kurdan ji bo rûmeta Amerîkayê wê bibe rûreşîyek

Lindsey Graham di berdewamê de jî destnîşan kir ku heger ew plan berdewam bibe, ji bo vegera ji vê biryarê dê biryara senatoyê bê pirsîn û em hêvî dikin wê ji hemû aliyan piştgiriyê bistîne.

Parve bike: