TR KU SO
FB X
Cîhan

GVA: Di 4 mehan de nêzî 15 hezar kes hatin kustin!

Ruken güler
Nivîskar
📅 07 gulan 2023 22:00

PeyamaKurd- Li gorî raporta Arşîva Tundiya Çekan (GVA) ku bûyerên tundiya çekdarî yên li Amerîkayê arşiv dike, ji sersala 2023yan ve li Amerîkayê nêzîkî 15 hezar kes bi êrîşên çekdarî hatine kuştin.

Di raporta ku hat belavkirin de hat diyarkirin ku ji sersala nû û heta niha, 14 hezar û 600 kes di êrîşên çekdarî de li Amerîkayê hatine kuştin.

Di dewama raportê de hat eşkerekirin ku ev dane, bi gelemperî ji 199 êrîşên gulebaranê hatine tomarkirin û hat eşkerekirin ku ji van qurbaniyên êrîşên çekdarî, 487 polîs in.

Her wiha hat ragihandin ku ji van kuştiyan, 521 jê di temenên xwe yên ciwan de bûne û 93 jê jî zarok bûne.

Parve bike: