TR KU SO
FB X
Cîhan

Hamasê ragihand ku di êrîsa wan ya ser Îsraîlê de 40 Îsraîlî hatine kustin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 26 berfanbar 2023 04:46

PeyamaKurd – Baskê Hamasê yê leşkerî Tûxayên Kassemê ragihand ku li bakûrê Xezzayê êrîşê birine ser leşkerên Îsraîlê û 40 kuştî û birîndarên Îsraîlê hene. Li Xezzayê di nav 24 seetên dawiyê de 18 leşkerên Îsraîlê neqil kirine ji bo nexweşxanekî Îsraîlê.

Televîzyona Îsraîlê Kanal 7 daxwuyaniya nexweşxana Soproka ya bajarê Berşebayê belav kir û got:

“Di şerê li Xezzayê de di nav 24 seetan de me 18 leşkerên birîndar qebûl kir ku rewşa yekî ji wan xedar e. Niha di beşên nexweşxanê yên cuda de 49 leşkerên birîndar derman dibin û rewşa 16 leşkeran xedar e.”

Parve bike: