TR KU SO
FB X
Cîhan

Hayan Ebdulganî: Em pistevaniya rêkeftina bi OPEC+ê re dikin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 09 berfanbar 2023 18:59

PeyamaKurd – Wezîrê Petrolê Hayan Ebdulganî piştevaniya xwe bo rêkeftina Iraqê bi OPEC + re dûpat kir û ragihand, ji bo aramiya bazarê wê berhemanîna petrolê kêm bibe.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, Wezîrê Petrolê yê Iraqê Ebdulganî ligel berpirsên Şîrketa Bazirganiya Petrolê ya Iraqê (SOMO) civiya û tekezî li ser piştevaniya Bexdayê ji biryarên OPEC+ê re kir, "di çarçoveya hewlên hevbeş de bo dabînkirina hevsengî û aramiyê di bazara enerjiyê de."

Wezîr Ebdulganî diyar kir, di çarçoveya rêkeftinê de Iraq wê rojane 4 milyon bermîl berhemanîna petrolê kêm bike.

Peymana ku wê di serê Çileya 2024an de bikeve meriyetê wê heta Adara 2024an dewam bike.

Ebdulganî piştgîriya Iraqê bo hewlên OPEC+ bo parastina aramiya bazarê dubare kir.

Parve bike: