HDP 27ê Tebaxê kongreya xwe ya awarte li dar dixe...
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku dema lidarxistina kongreya awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye diyarkirin ku di nav vê mehê de were lidarxistin.
Di civîna îro 7ê Tebaxê ya Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ku li Enqereyê birêve çû, biryar hat dayîn ku kongreya awarte 27ê Tebaxa 2023yan were lidarxistin.
Di civîna ku Hevserokên Giştî yên HDPyê Mithat Sancar û Pervin Buldan serokatiya wê kirin de, biryar hat dayîn ku kongreya awarte 27ê Tebaxa 2023yan, li Enqereyê Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê were lidarxistin.
Herwiha Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP3e jî ji bo amadekeriyên kongreya awarte hate erkdarkirin..
Mithat Sancar beriya civînê gotibû, wê HDP bimîne lê kar û xebatên xwe bi rêya Partiya Çepên Kesk (YSP) bi rê ve bibin.
Herwiha biryar e ku kongreya YSPyê jî dawiya meha îlonê were lidarxistin û navê partiyê jî were guherandin.