HDP: Zû yan dereng we Tirkiye vegere Pêvajoya Astiyê
PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan HDP radighîne: Çi zû, çi dereng hikûmeta Tirkiyê dê carek din vegere Pêvajoya Aştiyê.
Hevseroka HDP Perwîn Buldan bi helkefta salvegera rêkeftina Dolmabahçeyê daxûyaniyek nivîskî belav kir û ragihand, ko Rêkeftina Dolmahçeyê ji bo welatek demokratîk û mayîndekirina aştiyê bû. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan maseya aştiyê hilweşand û dawiya pêvajoya çareseriyê anî. Lê Hikûmeta Tirkiyê, çi zû, çi dereng dê di dawiyê de vegere Rêkeftina Dolmabahçeyê û Pêvajoya Aştiyê.
4 sal berê di navbeyna şandeya hikûmetê û şandeya HDP de di çarçoveya Pêvajoya Aştiyê de Rêkeftina Dolmabahçeyê hatibû ragihandin,
Buldan, di daxuyaniyê de bal kişand ser roja ku mutabakat hat aşkerekirin û daxuyaniyên Recep Tayyip Erdogan û wiha bi dawî kir: "Roja ku mutabakata Dolmabahçe hat aşkerekirin, Serokomar Erdogan, got 'Ev bangek ku bi hesret em li benda wê bûn lê piştre Erdogan ew rêkeftin nas nekiribû.