Hejmara leskerên hatine kustin bû 6: Ser didome…
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro ragihandibû ku di encama êrîşa bi topan a ser hêzên leşkerî yên artêşa Tirkiyê de li Idlib a Sûriyê 4 leşkerên wan hatine kuştin û 9 leşker jî birîndar bûne.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bersiva topbarana rejîma Sûriyê daye û 30-35 leşkerên rejîmê kuştine.
Herwiha Rûsyayê da xuyakirin ku ti êrîşeke ezmanî ya Tirkiyê nehatiye tesbîtkirin û hêzên Tirkiyê bêyî haydariya wan ketine wê herêmê ku rastî êrîşê hatine.
Li gorî zanyariyên dawî êrîşa hêzên rejîma Sûriyê bi ser leşkerên Tirkiyê de li Idlibê berdewam e û hejmara kuştiyên Tirkiyê jî gihîştiye 6 kesan.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî zêdebûna hejmara leşkerên ku jiyana xwe ji dest dane piştrast kir û ragihand, “Di bûyera qewimîye de hejmara şehîdên me bûye 6. Niha hedefên ku êrîşî hêzên me dikin di çarçoveya xweparastina meşrû de di bin agirbaranê de ne.”