Cîhan
Hejmarek din a malbatên DAISê ji Rojava bo Iraqê têne vegerandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku karwaneke din a jin û zarokên çekdarên rêxistina terorîst ên DAIŞê ji ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ve bo Iraqê têne vegerandin.
Li gorî nûçeya medya Iraqê, ew karwan îro 29ê Îlonê ji deriyê sînorê Iraq û Sûriyê yê Rebîe ya parêzgeha Nînowa derbasî Iraqê dibe.
Biryare ew jin û zarok îro vegerin Iraqê û li kampa Cîdie ya li başûrê Mûsil a navenda parêzgeha Nînowa bêne bicihkirin.
Di meha Gulan a 2021ê de jî 101 malbatên DAIŞê ku ji 385 jin û zarokan pêk dihatin li Iraqê hatibûn vegerandin û li kampa Cidie hatibûn bicihkirin.
Malbatên DAIŞê ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye ji bo Iraqê têne veguhestin.