TR KU SO
FB X
Cîhan

Helîkoptera wezareta rûsî ket: 3 kes mirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 05 sibat 2024 22:22

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku helîkoptereke Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê, li herêma Karelia kete xwar û sê kesên tê de bûn mirine.

Li gorî daxuyaniyla Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê helîkoptera cûreya "Mi-8" mi herêma bakur a Kareliayê ketiye xwar û hate diyarkirin, tîma di helîkopterê de ya sê kesî can dane ku xwedî pisporiya bi hezaran saetan a firînê bûn.

Wezaretê daya zanîn ku ew helîkopter 4ê Sibatê ji radarê derketibû û winda bû. Îro jî derketiye holê ku helîkopter li peravên Gola Onegayê ketiye xwarin û di 50 metre kûrahiya avê hatiye dîtin.

Parve bike: