TR KU SO
FB X
Cîhan

Her dû partî pistî 40 salan li hev hatin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 16 mijdar 2018 00:01

PeyamaKurd- Her dû serokên partiyan yên Îsewî, li Lubnanê piştî 40 sal dijminahiya hev kirin li hev hatin. Her dû jî Îsewiyên Marûnî ne. Yek ji wan serokê partiya Hêzên Lubnanê Semir Caca û yê din serokê partiya Tevgera Marada  Sileyman Franci ye.

Lihevhatina her dû serokan li dêra bi navê Bikerkeyê çêbû ku partîkê Marîniyan yê Lubnanê Mar Beşara Butrus er-Rai ketibû navbera wan. Patrik Rai got ku ev destpêka aştiyê û yekîtiya netewiye.

Caca û Franci ev 40 sale ku dijminahiya hev dikin û di 13 ê hezîrana 1978an de bi komkujiya Ihdenê dijminahiya wan destpêkiribû û gelek kesan ji hev kuştibûn.

Parve bike: