Cîhan
Herî kêm 36 kes jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd- Li welatê Afrîkayê li Komara Kongo ya Demokratîk, di ciyê ku madena paxir (cu) jê derdixin, roxandin çêbû û li gor agahiyên ewilî herî kêm 36 kes mirin. Kesên ku asê mane bo rizgarkirina wan xebat dewam dikin.
Şîrketa madenê ya bi navê Komoto ya ku navenda wê Îswîçre ye ragihand ku her roj kesên ku îzna wan tineye, bi hezaran kes dikevin seha madenê. Bo pêşî li madeniyên qaçax bigrin bi hêzên asayîşê re di nava têkiliyan de ne lê mixabin roxandin li ciyê ku kesên qaçax dikevinê çêbûye û bi xemgînî nûçeyê hîn bûne.
Di herêmên ku ji aliyê paxir û kobaltê de dewlemendin, xelkê feqîr bê ku tedbîran bigrin dikevin wan tunelên terkkirî û dixebitin.