TR KU SO
FB X
Cîhan

Hewldana êrîsa bombeyî ya DAISê ya li Samê hat sikandin

İlyas batu
Edîtor
📅 11 rêbendan 2025 18:38

PeyamaKurd – Dezgeha îstixbaratê ya rêveberiya demkî ya piştî rûxandina rejîma Esed li Sûriyeyê hatiye avakirin, ragihand ku hewldana êrîşê ya DAIŞê hatiye şikandin.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a dewleta Sûrieyê SANAyê, îstixbarata giştî 4 kes binçav kirine ku li gorî agahiyan plana êrîşa bombeyî li dor tirba Seyîda Zeyneb a li nêzî paytext Şamê dikirin.

Dezgeha istixbaratê diyar kir ku di encama operasyonê de 4 kes hatine binçavkirin ku plana êrîşeke mezin a terorîstî dikirin li ser xelkê Sûriyeyê, li gel çekên ku dixwestin bi kar bînin.

 

Parve bike: