Cîhan
Hez li erdê ket û rêyên 31 gundan hat girtin
PeyamaKurd – Li herêma Derya Reş li bajarê Rize bi sedema barana zêde hez li erdê ket û rêyên 31 gundan ji ber ax û heriyê hatin girtin.
Otomobîlên ku di rê de diçûn, dema hez li erdê ket, yek ji wan bi axê û heriyê re ket binê rê. Tîmên vekirina rêya dixebitin da rêyên gundan vekin.Di mijara birîndariyê an mirina mirovan de heya niha ti agahî nehatiye ragihandin.