TR KU SO
FB X
Cîhan

Hêzên Esed êrîsê Idlibê kirin: 7 birîndar

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 01 îlon 2020 01:41

PeyamaKurd- Hêzên rejîmê yên bi ser Beşer Esed ve bi topan li Idlibê xistin û di encamê de 7 sîvîl birîndar bûn. Bûyer li bakûrê Idlibê li qesebeya Balyûnê çêbû.

Li gor ragihandina şahidên bûyerê; hêzên rejîmê herî kêm 40 cara bi topan li qesebê xistine. Tîmên parastina sîvîl birîndaran birine nexweşxanê.

Parve bike: