Cîhan
Hêzên Hafter nexwesxanê bombe kirin
PeyamaKurd- Li gor ragihandina artêşa hukumeta rewa ya Lîbyayê, hêzên bi ser general Hafter ve, nexweşxane ya bi navê El Hadrayê bombe kirine ku ew nexweşxane bo nexweşên koronavîrusê ye û nexweş tê de tedawî dibin.
Piştî êrîşê li nexweşxanê carna elektrîk tê birin û dest bi tehliya nexweşên ku tedawî dibin kirine. Wezareta karên tenduristiyê ya Lîbyayê ji WHO (Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê) yê daxwaz kir ku mudaxele bikin da careka dinê êrîş bo nexweşxaneyên weha nebin.