Cîhan
‘Hin welatên ewropî hewl didin balyozxaneyên xwe yên Samê vekin’
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku wê hinek welatên ewropî yên bi rejîma Sûriyê re têkilî danîne, biryar dane balyozxane û nûnertiyên xwe yên Şamê ji nû ve vekin.
Li gorî nûçeya malpera Syrian Observer ku dispêre ajansa Al Watan hejmarek welatên Ewropayê xebatên bo vekirina balyozxane û nûnertiyên xwe li Şamê dane destpêkirin.
Heman ajansê herwiha bi zarê hin çavkaniyên hikûmeta Sûriyê îdia kir ku beriya niha dîplomatên welatên Yunanistan, Macaristan û Sirbistanê serdana Şamê kirine û xebatên xwe yên vekirina nûnertiyên fermî berdewam dikin.
Heman çavkaniyan diyar kiriye ku wê li demeke nêzîk Îtalya jî dîplomatekî rejîma Sûriyê pêşwazî bike.