TR KU SO
FB X
Cîhan

Hisyariya bi koda 'zer' ji bo 15 parêzgehan!

Leyla Denli
Nivîskar
📅 03 gulan 2024 18:12

PeyamaKurd — Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Tirkiyeyê ji ber bahoz û birûskê hişyarî da 15 parêzgehan.

Li gorî pêşbîniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, ji doh bi şev ve li rojhilatê Edene, Osmaniye û navçeyên rojavayê Hatayê barînên bi navber û herêmî xurt e. Li başûrê Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Colemêrg û li bakurê Erzirom, Qers, Agirî, Îdir û Wanê jî piştî vê sibê wê li herêmê şilî û birûsk gurr bibe.

Li derdora Edîrne û Kirklareliyê û li navçên Tekîrdagê jî îro piştî nîvro barana herêmî wê gur û bi birûsk bibare.

Parve bike: