Hizbullahê bi mûsekan êrîsî Îsraîlê kir
PeyamaKurd – Piştî ragihandina agirbestê, Hizbulaha Lubnanî bi mûşekan êrîşî Îsraîlê kir.
Medyaya Îsraîlî ragihand, Hizbulaha Lubnanî îro 22yê Adarê ji başûrê Lubnanê ve, 5 mûşek avêtin Îsraîlê.
Li gorî heman çavkaniyê, 3 mûşekên Hizbulaha Lubnanî hatin têkbirin û 2 mûşek jî li nav axa Lubnanê ketine.
Piştî ragihandina agirbestê ya berî 3 mehan, cara yekem e ku Hizbulaha Lubnanî bi mûşekan êrîşî Îsraîlê dike ku wê gelek caran Îsraîl bi binpêkirina agirbestê tawanbar kiriye.
Ji aliyê din ve jî Îsraîlê îro hinek çeperên Hizbulahê li başûrê Lubnanê bombebaran kirin.
Agirbesta 60 rojî ya di navbera Hizbulah û Îsraîlê de, di 27ê Mijdara 2024an de ket meriyetê.
Li gorî rêkeftinê, divîbû Hizbulahê dev ji çekan berda û artêşa Lubnanê jî hemû welat kontrol bikira.
Li hemberê jî divîbû Îsraîlê gav bi gav hêzên xwe ji başûrê Lubnanê vekişanda.