TR KU SO
FB X
Cîhan

HRANA: 7 hezar kuştî û 53 hezar zêdetir girtî hene

Hevi Turan
Nivîskar
📅 15 sibat 2026 19:01

PeyamaKurd- Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) bîlançoya dawî ya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav kir.

HRANA ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve 7 hezar û 10 kes hatine kuştin, 53 hezar û 845 xwepêşander hatine binçavkirin û 25 hezar û 845 xwepêşander jî birîndar bûne.

Li gorî raporê di nav kesên hatîn kuştin de, 6 hezar û 506 xwepêşander, 224 zarok û 66 welatiyên beşdarî xwepêşandanan nebûne hene, herwiha 214 endamên hêzên rejîma Îranê jî hatine kuştin.

HRANA da zanîn ku ji serê xwepêşandanan ve 141 xwendekarên zanîngehê hatine binçavkirin, 11 hezar û 52 kes ji bo lêpirsînê ji bo dezgehên rejîma Îranê hatine gazîkirin. Herwiha 355 xwepêşander bi darê zorê neçarî îtîrafê hatine kirin.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê jî doh bi raporekê ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê heta niha nasnameya 240 xwepêşanderên Kurd ên bi destê rejîma Îranê li bajarên cuda hatine kuştin, hatine eşkerekirin.

Herwiha dezgehên ewlehiyê yên rejîma Îranê rê nadin malbatan ku miriyên xwe li goristana bajêr û cihê niştecihbûna wan bispêrin axê an jî cenazeyên wan vegerînin bajarên wan, ji ber wê malbatan neçar kirine ku hezkiriyên xwe li bajarekî an gundekî din bispêrin axê.

Parve bike: