TR KU SO
FB X
Cîhan

HSDê terorîstên DAISê dorpêç kirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 23 rêbendan 2019 20:42

PeyamaKurd – Hêzên Sûriye Demokratîk ku li Dêrazorê navçe û herêmên Sûsê û Şiifê ji destê DAIŞê rizgar kirin, niha jî terorîstên DAIŞê li bajaroka Bagozê dorpê kir.

Li gor zanyariyên çavkaniyên herêmê, HSDê berê xwe daye yek ji keleha dawî ya DAIŞê Bagozê û ew li wir dorpêç kirine.

HSD hewil dide bi alîkariya balafirên hevpeymaniya navdewletî wê herêmê bi temamî ji DAIŞê paqij bike.

Parve bike: