TR KU SO
FB X
Cîhan

HUDA PAR: Em ê dengê ‘Naxêr’ bidin

Ruken güler
Nivîskar
📅 14 tebax 2023 17:01

PeyamaKurd- Serokê Giştî yê HUDA-PARê ku di lîsteyên Ak Partiyê de wekî Parlamenterê Stenbolê hatibû hilbijartin, ragihand ku ew ê di dengdana Parlamentoya Tirkiyeyê ya ji bo endamtiya Swêdê, dengê xwe neyînî bibin.

Zekeriya Yapicioglu, duh li Stenbolê beşdarî 3emîn Kongreya Asayî ya navçeya Pendikê ya HUDA PARê bû û li ser mijarên di rojevê de axivî.

Serokê HUDA PARê di axaftina xwe de ji ber mijara endamtiya Swêdê ya NATOyê rexne li helwesta desthilata Tirkiyeyê kirin û got,

“Li ser êrişên dijî Qurana Pîroz, berpirsiyariya rêveberên dewletê tenê ne belavkirina peyamên şermezarkirinê ye. Ji bo ku biryara endamtiya NATOyê ya Swêdê li Parlamentoyê neyê qebûlkirin, çi ji destên me were em ê bikin.”

Zekeriya Yapicioglu, li ser rewşa aboriyê jî rexne li desthilatê kirin û diyar kir ku divê desthilat bi bacên zêde barê welatiyên hejar girantir neke û divê ji dewlemendan bac zêdetir were girtin.

Parve bike: