TR KU SO
FB X
Cîhan

Ibrahim Kalin bi telefonê bi Jake Sullivan re axifî

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 17 tîrmeh 2021 00:33

PeyamaKurd – Berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın bi telefonê bi nûnerê ewlehiyê yê Amerîkyê bi Jake Sullivan re axifî.

Li gor ragihandina berdevkiya serokkomariya Tirkiyê; li ser seyra têkiliyên navbera Tirkiyê û Amerîkayê, li ser mijarên Afxanistan, Sûriye, Rojhilatê Derya Sipî û li ser Kıbrısê axifîne.

Piştî Recep Tayip Erdoğan û Biden di zîrwe ya NATO yê de axifîbûn, di çarçoveya heman axaftinê de, Kalın bi Sullivan re axifî û li ser meşandina hevkariya stratejîk ya ji aliyê her dû dewletan de, hemfikir man.

Parve bike: