TR KU SO
FB X
Cîhan

Idlib | Di êrîsa komên çekdar de 15 leskerên Sûrî hatin kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 23 berfanbar 2022 04:33

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşeke komên çekdar ên girêdayî Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) de, li başûrê Idbilê 15 leşkerên Sûrî hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên opozîsona Sûriyê, komên çekdar ên bi navên Xalid bin Welî û Ebû Bekir Sidiq, li başûrê parêzgeha Idlibê êrîş birine ser hêzên rejîma Sûriyê û di encamê de 15 endamên hêzên Sûrî hatine kuştin û tankek jî hatiye ruxandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev êrîşa komên çekdarên opozîsyonê di demeke ku Tirkiye hewl dide pêwendiyên asayîbûnê ligel rejîma Beşar Esed deyne pêk tê.

Parve bike: