TR KU SO
FB X
Cîhan

Idlib | Li ser rêya M4 karwana leskerî ya Tirk hat teqandin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 27 gulan 2020 21:09

PeyamaKurd -  Hat ragihandin ku dema karwana leşkerî ya Tirkiyê derbasî Idlibê dibû, li ser rêya M4 a navdewletî bombeyeke çandî hat teqandin.

Li gorî zanyariyan teqîn dema derbasbûna karawana leşkerên tirk bi bombeyeke ku berê hatiye danîn rû daye.

Li gorî agahiyên destpêkî hejmarek leşker birîndar bûne û rewşa tenduristiya hinekan ji wan jî giran e.

Dîmenên teqînê li ser medya civakî hatin belavkirin...

Parve bike: